Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Hember Pêla Çaran ya Koronayê Biryarên Nû Hatin Girtin


Lijneya bilind ya berhingarbûna koronayê li Herêma Kurdistanê biryarên nû yên xweparêzîyê ji COVID-19 der kirin.

Piştî hatina pêla 4an ya koronayê îro Duşemê lijneya berhingarbûna koronayê û jibo xweparastinê ji COVID-19 9 biryarên nû derxistin.

Giringtirin biryar girêdana maskan bi her kesê vaksîn wergirtî û yên wernergirtî dibe neçarî.

Hemî mamostayên zanîngehan û peymangehan û xandingehan di gel wan xwendkarên di ser 18 salî de di vêt ta 12-1-21 vaksînê wergirin.

Dîsa, biryar hate dayîn ku jibo hemî hêzên navxwe û yîn pêşmergeyan ta 2 mehan divê vaksînê wergirin.

Derbarê xwendina xwendkaran ya malbatên xwendkaran dixwazin zaroyên wan bi rêka onlayn bixwînin yan li xandingehan? Ew azadî daye dayik û bavên xwendkaran, lê ta serê meha 10 divê biryar ji alîyê wan bigehe rêvebirîyan.

Her divê di kombûnê de daxwaz ji mamostayên ayînî hate kirin ku jibo hişyarîya welatîyan li ser rêkarên xweparêzîyê ji koronayê alîkar bin.

Dr. Arî ji Dengê Amerîka re got ku ew niha yê di pêla 4 da ya koronayê baştirîn rêk bo kêm qurbanîyan wergirtina vaksînê ye.

Wî got ku hemwelatî li her bingehekê, bê tomarkirina ji berede dikarin vaksînê wergiron.

Hêjayî gotinê ye ku di 24 demjimêrên borî de li parêzgeha Duhok 6 nexweş bi koronayê canên xwe ji dest dane û bi giştî heta niha 1570 kesan bi COVID-19 mirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG