Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka 65 Kes Kuştin


New York

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Amerîka heta niha ketiye canê bi qasî 3500 kesan û 65 kes kuştine.

Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkins, ku pêketîyên vîrusa korona dişopîne, ji 50 eyaletên Amerîka li 49’an vîrusa korona hatiye tespît kirin.

Dane nîşan didin ku li Washingtonê 42, li California 6, li Florida 4 û li New Yorkê jî 3 kesan bi Covid-19 jîyana xwe ji dest dane.

Ji alîyê din ve, Senatorê Komarî Lindsey Graham, ku ketibû karantînayê, ji Twitterê ragihand ku testa wî ya vîrusa korona negatîf derketiye.

Graham spasîya kesên piştgirî dane wî kir û da zanîn ku ewê vegere Kongresê û bo têkoşîna dijî vîrusê alîkarîya Trump bike.

XS
SM
MD
LG