Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkins: Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 2500 Kes Kuştin


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 34,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Îtalya 10,779 li Îspanya 6803 û li Hubei ya Çînê jî 3186 kes bi vîrusa korona mirine.

Ew zanîngeha dîyar dike ku vîrusa korona li Amerîka jî 2503 kes kuştine.

Ji nav eyaletên Amerîka, New York bi 966 mirîyên jiber vîrusa korona li rêza pêş e û li dû wê bi 204 mirîyan Washington tê.

Bi pirtir ji 140,000 pêketîyên vîrusa korona Amerîka li cîhanê di rêza yekê de ye.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG