Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 130,000 Kes Kuştine


Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku li Amerîka hejmara mirinên ji vîrusa korona 130,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka 130,306 kes kuştine ku ew welat bi vê hejmarê li cîhanê di rêza yekê de ye.

Ji nav eyaletên Amerîka, vîrusa korona herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin û di rojên dawî de li eyaletên li başûrê welêt jî hejmara pêketîyên nû yên wê vîrusê zêde dibe.

Raporên Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (CDC) raber dikin ku hejmara mirinên ji vîrusa korona dê heta 25’ê Tîrmehê 140,000’î derbaz ke û heta 160,000’î jî rabe.

Li gor raporên CDC’ê dê herî zêde li Arizona, Arkansas, Florida, Idaho, Nevada, Oklahoma, Oregon, Carolina Başûr, Teksas, Utah û Wyomingê mirinên ji vîrusa korona çêbin.

XS
SM
MD
LG