Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya Vîrusa Korona ya li Afrîqaya Başûr Derketibû li Amerîka jî Hat Dîtin


Cureyeke vîrusa korona ya li Afrîqaya Başûr mutasyon derbaz kiriye, li Amerîka jî hat dîtin.

AP’ê ragihand ku ew cureya ku cara pêşî li Afrîqaya Başûr hatibû dîtin, li Carolina Başûr li ser du kesan hat tespît kirin.

Li gor nûçeya AP’ê ew her du pêketî, ji du herêmên cuda ne û ti peywendîyên wan bi hev re tune û wan di demên dawî de ti rêwîtî jî nekiriye.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku li gor texmînên wan pirtir pêketîyên wê cureya vîrusa korona hene û li gor hinan ew cure pirtir belav dibe û vaksîn li ser wê bandoreke tam çênake.

Walîyê Carolina Başûr Henry McMaster di payîzê de hemî tedbîrên dijî vîrusa korona sist kiribûn.

McMaster ji Twitterê dîyar kir divê jiber cureya nû ya vîrusa korona ya li eyaletê hatiye dîtin kes netirse.

Xêncî cureya vîrusa korona ya li Afrîqaya Başûr hatibû dîtin, li Brezîlya û Brîtanya jî cureyên nû hatibûn tespît kirin.

XS
SM
MD
LG