Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserê Cîhanê 10,005,970 Kes bi Korona Ketine


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 10 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 10,005,970 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 2,500,000 e.

Li dû Amerîka, bi 1,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 633,000 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê bi qasî 500,000 kes jîyanên xwe ji dest dane ku ji wan 125,000 li Amerîka, 57,000 li Brezîlya û 43,600 jî li Brîtanya mirine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,641 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG