Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona li Dinê 2 Mîlyonan Derbaz Kir


Zanîngeha Johns Hopkins ya Amerîkî ku pendemîya korona ya seranser cîhanê dişopîne îro Çarşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li dinê 2,000,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 2,006,513 pêketîyên vîrusa korona hene û ji wan bi qasî 610,000 kes li Amerîka ne.

Piştî Amerîka, bi 177,633 pêketîyan Îspanya û bi 162,488 pêketîyên din Îtalya tê.

Vîusa korona li Amerîka 26,069, li Îtalya 21,067 û li Îspanya jî 18,579 kes kuştine.

Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 83,355 kes bi vîrusa korona ketine û 3346 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG