Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hejmara Pêketîyên Korona li Cîhanê Giheştiye 340,000 Kesan


Ajansa Reutersê îro Duşemê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona li seranser cîhanê giheştiye nêzî 340,000 kesan û ji wan 14,500 hatine kuştin.

Reuters dide zanîn ku kuştinên herî pir li Îtalya çêdibin ku hejmara li wî welatî ji ya Çînê borîye ku vîrusa koorna cara yekê li wê derê peyda bûbû.

Li parzemîna Afrîqa li welatên wek Angola, Erîterya û Uganda bûyerên yekê yên korona hatin tomar kirin û li welatê Mauritius jî mirina yekê ya girêdayî korona çêbû.

Li Rojhilata Navîn jî li Kerta Gaza ya şenîbar roja Yekşemê du bûyerên pêşîn yên tûşbûna korona hatin tomar kirin.

XS
SM
MD
LG