Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Seranserê Cîhanê Ketiye Canê Pirtir ji 76,000 Kesan


Hejmara kesên jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 jîyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku Covid-19 heta niha 2236 kes kuştine.

Covid-19 li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 76,000 kesan.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Karbidestên Koreya Başûr, piştî li bajarê Daegu jiber Covid-19 mirinek çêbû, bang li hemwelatîyên xwe yên li wî bajarî kirin ku ji hindur malên xwe dernekevin.

Li Îranê jî du kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane û Îraqê bi awayekî demkî derîyên xwe yên sînor yên bi wî welatî re girtine.

Berpirsên saxlemîyê yên Japonya îro Înê ragihandin ku li wî welatî li ser 80 kesên din Covid-19 hatiye tespîtkirin.

Vîrusa korona li Îtalya jî di canê 4 kesan de hatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG