Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 340,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 340,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 343,617 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 1,600,000 kes bi vîrusa korona ketine û 97,495 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 36,875 mirinên jiber vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 32,785 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha pirti rji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine 4,638 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG