Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Pirtir ji 380,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 380,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinse, li seranserê cîhanê 380,385 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 106,181 kes bi vîrusa korona mirine.

Li dû Amerîka, bi 39,452 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 33,530 mirinan Îtalya tê.

Ew vîrusa di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê bi qasî 4700 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG