Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 770 Hezar Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 770,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 772,798 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî bi qasî 170,000 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 107,000 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 56,543 mirina Meksîko tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li temamê cîhanê pirtir ji 21,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine.

Amerîka bi 5,3 mîlyon pêketîyên vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 3,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4703 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG