Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li New Yorkê Pirtir ji 800 Kesan Kuştin


Vîrusa korona belavbûna xwe ya li Amerîka didomîne.

Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 124,000 kesan.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li New Yorkê 53,520 li New Jerseyê 11,124 û li California 5648 kes bi vîrusa korona ketine.

Wê vîrusê li New Yorkê 834, li Washingtonê 189 û li New Jerseyê 140 kes kuştine.

Amerîka di rêza pêketîyên vîrusa korona de li rêza yekê ye.

Li dû Amerîka, bi 92,472 pêketîyan Îtalya, li dû wê jî bi 82,061 pêketîyan Çîn tê.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG