Li gor amareke wezareta saxlemîya Herêma Kurdistanê heya niha 39946 kes bi vîrusa korona ketine û 1472 kes jî canên xwe ji dest dane
Dr. Nuredîn Ketane ku pisporê nexoşîyên civakî ye, ji Dengê Amerîka hin agahîyên girîng dan.
“Nemana nîşana wek ta, kuxik, nebûna tam û êşîna leşa mirovan heta 21 rojan de safî dibin. Mijara derûnî di vê nexoşîyê de bêtirî % 60 bandorê li ser kesên temenmezin çêdike. Bihêzkirina derûna wan û dana vîtamîn û xwarinê û hatin û çûn bergirîya wan bi hêz dike.”
Dr. Ketane bi berdewamî dibêje ku qebara vê vîrusê giran e lewra ger dû metran bêtir ji hevdu dûr bikevin vîros dikeve û nagihe kesên din.
“Çar cureyên mirovan hene ku bi korona dikevin: % 30 ji wan kesan nîşaneyên korona dernaxin û % 55 nîşanên sivik û heta navendî hene û % 10 pêdivî nexoşxaneyan dibin û dizivrin. Lê, % 5 ji wan tûşbûyan ku bergirîya wan ketiye û dermanên penceşêr û nexoşîyên demdirêj werdigirin û pêdivîya wan bi henasa destkirid heye û % 2.5 ji wê rêjeyê canên xwe ji dest didin ku ev rêje jî ne bilind e jiber ku hejmareke nexoşîyên din hene rêjeyan mirina wan digiheje heta % 10.”
Dr. Ketane pêşbînî dike ku ev vîrus heta du salên din bimîne, lê bandora wê dê siviktir bibe û bergirîya mirovan jî wê gelek bi hêztir bibe.
“Ger malbateke pênc kesî hebe û du ji wan hember vîrusê bergirî çêkir, wê ew malbat hemû were parastin.”