Serokê Kêmanîya Demokrat ya Civata Senatoran Chuck Schumer û Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin dîyar dikin ku wan ser paketa alîkarîya aborî ya bi qasî 2 trîlyon dolar li hev kirine.
Ew bernivîsa ser alîkarîya aborî ya jiber vîrusa korona li Civata Senatoran du caran hatibû red kirin.
Piştî redbûna bernivîsê, Schumer û Mnuchin danûstandinên demdirêj kiribûn.
Li gor bernivîsê, kompanî û hemwelatîyên Amerîkî yên jiber vîrusa korona zarar dîtine dê rastexwe alîkarîyê bistînin.
Bi bernivîsê tê çaverê kirin ku malbat 3000 dolar alîkarî bistînin û bo kompanîyan jî 500 mîlyar dolar were veqetandin.
Komarî dibêjin ku Demokrat rê li ber peyvajoya alîkarîyê digirin.
Demokratan jî dîyar dikin ku Komarî dixwazin pereyên pir bidin kompanîyên mezin û guh nadin hewcedarîyên saxlemîyê.