Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona di Dîbeyta Pence û Harris de Yek jî Mijarên Serekî Bû


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence yê Komarî û berbijara Demokrat, Senator Kamala Harris di gotûbêja yekê televîzyonî de li Zanîngeha Utah ya bajarê Salt Lake City derketin pêş hilbijeran.

Gotûbêja televîyonî ya hilbijartina seroktîyê ku li Amerîka wek dîbeyt tê zanîn, bi moderetorîya rojnamevan Susan Page, ku berpirsa ofîsa Washingtonl ya rojnameya USA Today e, pêk hat.

Wek bersîva pirsa yekê ku rêvebirîya nû ya Amerîka di mijara pendemîya korona helwesteke çawa bigire, Harris got ku gelê Amerîkî di bin vê rêvebirîyê de şahidîya şikestina herî mezin ya dîrokê kir.

"Di 28’ê Rêbendanê de cîgirê serok û serok derbarê pandemîya korona hatin agahdar kirin. Tevî ku wan dizanîbû ku çi diqewime, wan gelê Amerîkî agahdar nekir. Tu rêz li gelê Amerîkî digirî, dema tu rastîyê ji wan re dibêjî.”

Wî got ku heta niha planeke zelal ya vê rêvebirîyê tuneye ku çawa şerê dijî korona bike û di rêvebirîya wan de vaksîna korona wê ji herkesî re bê pere were dayîn.

Cîgirê Serok Pence nerazîbûna xwe dîyar kir û biryara Serok Trump ya qedexekirina hatin, çûna ji Çînê anî bîra temaşevanan. Pence got ku ew biryar gelek kêrhatî bû.

"Ez bawer dikim ku wê biryarê jîyana bi sed hezaran jîyanên Amerîkî rizgar kirin,” Pence got û bervanî li polîtîkayên rêvebirîya xwe kir ku wan girîngî daye testên koronayê û peydakirina alavên xweparastinê.

XS
SM
MD
LG