Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Zêdebûna Korona Cîhê Tirsê Ye


Bajarokê Kefr Tekharim ya li Îdlibê

Wezerata Saxlemî ya Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku 20 tûşbûnên nû yên vîrusa korona hate tomar kirin ku ew heta niha ew zêdebûna rojane ya herî bilind e.

Wezareta saxlemîyê dibêje ku bi vegera Sûrîyan ji dervayê welat, hejmara pêketîyên nû di wan rojane da bilind dibe.

Sûrîye, ku bi şerê navxweyî tarûmar bûye, heta nûke 106 pêketin û 4 jî mirin tomar kirine.

Sûrîye qedexeya derketina şewê didomîne, lê hinek beşên aborîyê jî piştî daxistinê vekirine.

Bizijk û komeleyên alîkarîyê xemgîn in ku pêleke tundtir ya nexweşîyê dê pirtir mirovan bikuje û kontrolkirina wê dê dijwartir be jiber ku bingehên saxlemîyê di şerê neh salî de wêran bûne.

Wezîrê Saxlemîyê Nizar Yazigi hefteya borî gotibû ku cezayên Rojavayî yên "dijwar û bêdad" zararê digihîne xizmetên bijîşkî ku jibo serederîya koronayê pêwîst in.

Yazigi xwest ku toleyên ser welatê wî werin rakirin.

XS
SM
MD
LG