Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Biryara Kirîna 300 Mîlyon Dozên Vaksîna COVID-19 Dide


Hikûmeta Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku wê biryar da ku 300 mîlyon dozên vaksîneke (derzi/perpûn) COVID-19 bikire ku aniha di asta ceribandinê ye.

“Vaksîna ku ji alîyê AstraZeneca û Zanîgeha Oxfordê tê çêkirin, hêvî heye ku di meha Cotmehê de bedrest be,” Wezareta Saxlemî ya Amerêka ragihand.

Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî Aleks Azar got ku ev girêbest di warê afirandina dermaneke karîger de gaveke gelek girîng e û ew hêvîdar e ku vaksîn heta 2021’an bi berfirehî berdest be.

XS
SM
MD
LG