Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Mirinên ji Koronayê bi Berdewamî Zêde Dibin


Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên dawî de pirtir ji 100 kesên din jiber vîrusa korona mirine.

Wezaretê da zanîn ku roja hêştan ya serhev e ku hejmara mirinan ji 100 dibore e û hejmara giştî ya mirinan jî bûye 10,239.

Berdevika wezareta saxlemîyê Sîma Sedat Larî ragihand ku di 24 saetên dawî de 2,628 tûşbûnên nû hatine tomar kirin û heta niha bi giştî 217,724 bûyerên pêketinê hatine tomar kirin û 177,852 ji wan qenc bûne.

Li Îranê tedbîrên parastinê yên dijî koronayê qonax bi qonax hatibûn rakirin û pispor jinûve zêdebûna pêketin û mirinan bi wê yekê girêdidin.

XS
SM
MD
LG