Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dema Korona de Girîngîya Zimanê Dayîkê li Tirkîyê Çî Ye?


Jinên Kurd li Tirkîyê di xwepêşandaneke de daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî dikin
Jinên Kurd li Tirkîyê di xwepêşandaneke de daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî dikin

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîye Fahrettîn Koca ragihandibû ku vîrusa korona li hemî Tirkîyê belav bûye.

Koca roja Sêşemê li ser Twîtterê dîyar kir ku heta niha jiber vîrusa korona 3,520 kesan jîyanên xwe ji dest dane û hejmara pêketîyên jî giheştiye 129,491 kesan.

Di heman peyamê de hat dîyar kirin ku heta niha 73,285 kes jî ji vîrusa korona rizgar bûne.

Her çiqas hikûmeta Tirkîyê dibejê ku ew di tekoşîna dijî korona de serkeftî ye jî, hem Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) û hem jî Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES) dijî peyamên serkeftinê derdikevin.

Ew bal dikşînin ku kêmahîya materyalên parastinê li nexweşxaneyan hîn didome û ji firotina materyalên parastinê yên ji derveyê welêt re bertek nişan didin.

Bi alîyekî din ve, Kurd bi hêsanî nikarin zimanê xwe bi kar bînin û ev jî dibe sedama kêmatîya dayîna xizmeta tendirustîyê.

Dr. Eser Çetîn
Dr. Eser Çetîn

Dr. Eser Çetîn, ku niha li Zanîngeha Dîcleyê di beşa doktorîya malbatî de kar dike, li ser medya civakî bi taybetî li ser vîrusa korona parvekirin û vîdyoyên Kurdî amade dike.

Dr. Çetîn dibêje ku gelê Kurd bi her derî bi awayekî rekûpek nikare zimanê xwe bi kar bîne û behsa girîngîya zimanê dayîkê li nexweşxaneyan dike.

“Pandemîya korona nexweşîyeke nû ye û sedî sed tedawîyeke wê tuneye. Jiber vê yekê dayîna xizmetên bi zimanê Kurdî pir girîng e.Ne tenê Kurd bi zimanê Kurdî, lê pêwîst e her mirov bi zimanê xwe yê dayîkê xizmetê bistînin.”

Çetîn bi berdewamî got ku Kurdî zimanekî dewlemend e û têra her tiştî dike û divê di qada tendirustîyê de jî were xebitandin.

“Pir mirov hene ku tenê zimanê Kurdî dizanin û jibo wergera Kurdî nasên xwe tînin nexweşxaneyê. Ew jî nepênîbûna peywendîya navbera doktor û nexweşan xirab dike. Carna nexweş naxwaze li cem werger her tiştî bêje.”

Çetîn herwiha bi bîr tîne ku pêşkêşkirina xizmetên bi zimanê zikmakî, mafeke rewa ye.

“Divê wezareta saxlemîyê jî rêya xizmeta dayîna zimanê dayîkê veke. Jibo daxwaza tiştên lezgîn, jibo ambulans û xetên telefonan jî divê rê ji zimanê Kurdi rê were vekirin.”

MEB_06_05_2020_Korona_Girîngîya_Xizmetên_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:49 0:00

XS
SM
MD
LG