Kremlînê îro Duşemê ragihand ku nûçeyên medyaya Tirkî yên ser Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esad û xanima wî Esma Esad ne rast in.
Medyaya Tirkî îdia kiribû ku Esma Esad, ku li Brîtanya ji dayik bûye, dixwaze ji Beşar Esad veqete û ji Rûsya biçe.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got nûçeyên din yên medyaya Tirkî, ku dibêjin Esad li Moskowê ketiye girtîgehê û diravên wî hatine cemidandin, ne rast in.
Peskov gava li konferansekê ji wî hat pirsîn ku ew nûçe rastîyê nîşan didin yan ne, got ku, ‘’Na, ew rastîyê raber nakin.’’
Medyayên Tirkî û Erebî do Duşemê îdia kiribûn ku Esma Esad li Rûsya li Beşar Esad doza veqetînê vekiriye.
Serhildayên Sûrî di rojên borî de bi rengekî beza Şama paytext sitandibû û mala Esad jî revîbû Rûsya.
Jêder: Reuters