Kremlînê îro Pêncşemê ragihand ku sîstema muşekan ya Patriotê nikare li ber armancên Moskowê bigire.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy serdana Washingtonê kir û bi wê serdanê re eşkere bû ku Amerîka dê Patriotan bide Kîevê.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got ku ew sîstema muşekan ne çareserî ye bo nakokîyan û li pêş armanca hêzên Rûs nabe asteng.
Peskov dîyar kir ku Zelenskyy li Washingtonê bo danûstandinên aştîyê ti nîşan nedaye û îdia kir ku vê rewşî raber kiriye Amerîka dixwaze heta Ukraynîyek hebe wan li şûna xwe bide şerkirin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Zelenskyy cara pêşî ji welêt derket.
Serokê Amerîka Joe Biden li Qesra Sipî soz da Zelenskyy ku ew sîstema Patriot bidin Kîevê.
Ukraynayê di rojên borî de jiber êrîşên hêzên Rûs yên li ser binesazîyan bajaran, Patriot xwestibûn.
Patriot sîstema teknolojîya asta bilind ya Amerîka û dikare rê li be firok û muşekên balîstîk bigire.
Çaverê ye, Amerîka leşkerên Ukraynî bo karanîna sîstema Patriot li Almanyayê perwerde bike.
Karbidestên Moskowê dibêjin Patriot li Ukraynayê bi cîh bibin ew dikarin bibin hedefên wan yên rêwa.