Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin 5 rojan piştî serîkirina Koma Wagnerê bi rêberê wê Yegeni Prigozhin re civîye.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku xêncî Prigozhin, 35 fermandarên din Koma Wagnerê li civînê hazir bûne.
Peskov got ku ku Putin bi Prigozhin û fermandarên Koma Wagnerê re ser rewişa dawî ya li Ukrayna û ser serîrakirinê peyivîye.
Koma Wagnerê 23’ê Hezîranê serî rakiribû û wê serhildanê 24 saetan dom kiribû.
Putin jiber serîrakirinê Prigozhin bî îxanetê tawanbar kiribû û dîyar kiribû ku wî Rûsya ji pişt ve kêr kiriye.
Bi navbeynkarîya Serokê Belarûsê Aleksaner Lukashenko dawî li serhildana Koma Wagnerê hatibû û Prigozhin qebûl kiribû ku here Belarûsê.
Lukashenko hefteya borî gotibû ku Prigozhin hîn li Rûsya ye, lê heta niha bi zelalî nayê zanîn ku ew li ku ye.
Jêder: AFP, VOA