Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Daxwaza Zelalkirina Daxûyaniya Erdogan ya Derbarê Esad ji Tirkiyê Dike


Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov
Peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov

Roja Çarşemê Kremlin ragihand ku daxûyaniya Erdgoan ya derbarê hatina Tirkiyê ya nav axa Sûriyê de, armanca wê jinavbirina rêjîma Esad e, jibo Rûsya tiştekî ne çaverêkirî bû.

Rûsiya daxwaza zelalkirina vê helwesta serokomar Recep Teyyîp Erdogan ji Tirkiyê dike, Erdogan doh di peyveka xwe da got bû"Netewên Yekgirtî di wezîfa xwe yê li Sûriyê de bisrektî nebû", herweha got " dema li Tebaxa borî Me tang û hêzên xwe şandîn nav axa Sûriyê bi armanca pêkanîna dadweriyê bû û rizgarkirina Sûriyê ji desthilata Esad ya zûrdar û herweha rizgarkirina wan ji terora dewletê".

Dmitry Peskov peyvdarê Kremlin, îro bi riya press Konferanseka Telefonî jibo ajansa Reuters da xûyakirin û got "Ev gotina Erdogan jibo Me tiştekî nû bû" herweha Peskov got" Ev daxûyaniyek metirsîdare û li dij pêkhatina me û hevdû famkirina di navbera herdu welatan de ye, ya derbarê rewşa Sûriyê".

Peyvdarê Kremlin dîsan got"ew daxwazê ji hevalbendên xwe yên Tirk dikin da ku naveroka gotinên Erdogan zelal bikin.

Li aliyekê din cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov gote ajansa Nûçeyên Rûsî, ku Ew ji daxûyaniyên Erdogan nerihetin, eger ku Tirkiye şerê li Sûriyê weke destkeft bikar bîne ev dijê pêkhatina hevpeymaniya navnetewîye derbarê Sûryê.

XS
SM
MD
LG