Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlînê Ragihand ku Putin Beşdarî Konferansa Lîbya Dibe


Kremlînê bi daxuyanîyê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê roja Yekşemê beşdarî Konferansa Lîbya ya li Berlînê bibe.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî dê di şandeya Rûsya de be.

Li gor daxuyanîyê General Xelîfe Hafter, ku rojhilata Lîbya xistiye bin kontrola xwe, ji Putin re nameyek şandiye û bo Putin gotiye ‘’hevalê min î delal’’

Kremlîn dîyar dike ku li gor nameyê dibe Xelîfe Hafter careke din bo danûstandinê aştîyê serdana Moskowê bike.

Her du alîyên li Lîbya şer dikin roja Duşemê serdana Moskowê kiribûn lê ji wan danûstandinên ti encam çênebûbû.

XS
SM
MD
LG