Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê Kremlînê: Peymana S-400 Didome


Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov ser S-400 yên Rûsya dê bide Tirkîyê axifî.

Medya Tirkîyê ragihandibû ku Rûsya dê roja Yekşemê S-400’an bar bike û bişîne.

Peskov derbarê S-400’an got ku ‘’Ez dikarim piştrast bikim ku peyman mîna ku hatiye plan kirin didome’’

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku bi Serokê Amerîka Donald Trump re li Japonya kom bûbû dîyar kiribû S-400 dê heta deh rojan derbazî Tirkîyê bibin.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku sitandina S-400’an dê girjîya di navbera Washington û Enqerê de gurtir bike.


XS
SM
MD
LG