Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Li Rûsya Ti Kêşeyên Sîyasî Tunene


Kremlînê ser protestoyên dawî yên li Rûsya ragihand ku li welêt ti kêşeya sîyasî tune û dîyar kir ku polîsan dijî xwepêşandaneran tundûtûjî bikar neanîye.

Li Rûsya ji Tîrmehê vir ve protesto dewam dikin û Kremlîn ew cara pêşî ye ku derbarrê wan protestoyan daxuyanîyekê belav dike.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov da zanîn ku li gelek welatên cîhanê protesto çêdibin û got ku protestoyên li Moskowê ne ser kêşeya sîyasî ne.

Peskov dîyar kir ku protestoyên bi destûr û yên neqanûnî ji hevdu cuda ne.

Wî da zanîn ku polîs divê bi hêzên giran êrîş nekin û bi bîr xist ku ew bo çêkirina asayîşê erkdar in.

Di hilbijartinên bo Civata Bajêr ya Moskowê de berbijarên serbixwe nehatibûn qebûl kirin û li ser vê protesto destpê kiribûn.

Roja Şemîyê bi qasî 40,000 kes beşdarî protestoyan bûn û pirtirê 250 kes hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG