Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê Kremlînê Dide Zanîn ku Plana S-400 bi Rêkûpêk Dimeşe


Rûsya ser S-400 yên ku dide Tirkîyê daxuyanîyek belav kir.

Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov dîyar kir ku ‘’her tişt’’ mîna ku hatiye plan kirin dimeşe.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê dabû zanîn beşa yekê ya S-400’an hatiye.

Peskov neda zanîn ku ewê S-400 di çend beşan de werin temam kirin.

Ajansa nûçeyan a Tass ragihand ku Rûsya dê heta dawîya havînê bi qasî 120 muşekên S-400 bide Tirkîyê.

NATO îro Înê ser S-400 yên ku Rûsya dane Tirkîyê fikarên xwe ragihandibû.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku jiber S-400 dibe ku girjîya di navbera Washington û Enqerê de gurtir bibe.

XS
SM
MD
LG