Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Dibêje li Rojhilata Ukrayna Îhtîmala Şerekî Nû Hîn Pir E

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov

Kremlînê îro Pêncşemê dîyar kir ku li rojhilata Ukraynayê îhtîmala pevçûneke nû hîn jî zêde ye.

Kremlînê herwiha got ku Moskow jiber zêdebûna gotar û kiryarên provokatîf yên Kîyevê ku wê wek provokatîf bi nav kir, bi fîkar e.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov ev daxuyanî di preskonferanseke onlaynî de ji rojnamevanan re got.

Kîyev wan îdayên Moskowê red dike.

Peskov anî ziman ku Rûsya îdaya Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku ewê Qirimê paşve bigire, wek gefeke rasterast dibîne.

"Gotareke wiha tê wê wateyê ku Kîyev bo destdirêjîya herêmek Rûsyayê, dibe ku tevî karanîna hêza leşkerî her derfetî bikar bîne, " Peskov got.

Rûsyayê di 2014'an de Qirim ya ku girêdayê Ukraynayê bû, dagir kir.

Ev gava Rûsyayê, ji hêla welatên Rojava ve hat şermezar kirin û wan dijî Rusyayê tole ragihandin.

Hejayê bîrxistinî ye ku di demên dawî de jiber zêdebûna hebûna leşkerî ya Rûsya ya nêzî sînorê Ukrayna di navbera welatên rojava û Rûsya de girjî hene.


This item is part of
XS
SM
MD
LG