Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di danûstandinên Rûsya û Ukrayna de ti pêşketin çênebûye.
Reutersê ew agahî ji zarê Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand.
Peskov îro Çarşemê da zanîn ku guh nade domandina danûstandinan.
‘’Danûstandin pêşde naçin, karbidestên Ukraynî guh nadin danûstandinan û em vê yekê li ba xwe qeyd dikin.’’ Peskov got.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Andrey Rudenko jî do Sêşemê gotibû ku danûstandinên Rûsya û Ukrayna rawestîne.
Rudenko dabû zanîn ku Kîev ji peyvajoya danûstandinan vekişîye.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wê wek dagirkirin dibînin.