Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dema Referandûma Serxwebûna Kurdistana Îraqê Hat Eşkerkirin


A South Korean Imperial guard waring a face mask stands during a reenactment of the Royal Guards Changing Ceremony, at Gyeongbok Palace in Seoul.
A South Korean Imperial guard waring a face mask stands during a reenactment of the Royal Guards Changing Ceremony, at Gyeongbok Palace in Seoul.

Çavkaniyên mediya Kurdî didin zanîn ku îro di civîna serokê herêma Kurdistana Îraqê Masûd Barzanî ligel partî û aliyên siyasî de, li bajarê Hewlêr, dema destpêkirina refernadûma derbarê serxwebûna Kurdistana Îraqê hatiye destnîşan kirin.

Ajansan ragihandin ku, partî û aliyên siyasî yên Kurd li herêma Kurdistanê 25' Îlona 2017an weke roja rêferandûmê destnîşan kirîye.

Di referandûmê de, ewê gelê herêmê çarenivîsa ‌‌Herêma Kurdistana Îraqê destnîşan bikin û bidin zanîn kanê ew dixwazin ligel Îraqê bimînin yan jî cûda bibin.

Herweha çavkaniyên mediya herêmî û ajansan dan zanîn ku, partiyên beşdar di civînê de, lihevhatine ku, hilbijartinên parlamenê û yên serokatiya herêmê roja 6î Mijdara îsal encam bidin.

Li aliyek din hat ragihandin ku, dê herêmên nakûkbar jî, bikevin nava rêferandûmê ku, tê xûyakirin ev yek dê bibe sedema aloziyan di navbera Hewlêr û Bexda de

XS
SM
MD
LG