Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dizeyî: Fakterên Bûne Sedema Kirîza Abûrî Dervey Îrada HHK Ne


sefin Dizeyi KRG Spokesman
sefin Dizeyi KRG Spokesman

Sefîn Dizeyî gotebêjê fermî yê hikûmeta herêma kurdistanê, pirsên nûçegihanê beşê Kurdî yê Dengê Amerîka bersivandin.

Dengê Amerîka pişka Kurdî çend pirsên girêdayî nedana (Mûçe), mehaneyên karmendan û fermanberên herêma Kurdistanê, qerzên hikûmeta herêma kurdistanê û dahatên petrola kurdistanê ji gotebêjê HHKê kirin.

Dizeyî di bersivdanê de, dide zanîn ku, şerê li dij Daişê, kêmbûna bihayê petrol ê di bazarên cîhanî de û pirsên girêdayî bûdceya Bexda bûn sedemên kirîza abûrî li herêma Kurdistanê.

Di beşeke hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Sefîn dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê liser pirsa peqandina bûriya petrolê ya di navbera herêmê û Tirkiyê de rawestiya û got, peyvdarê Koma Civakên Kurdistan(KCK), ragihandiye ku PKK, ne berpirse ji peqandina bûriya petrolê, lê beriya niha jî bûriyek hatbû peqandin grupek PKK ew çalakî girtbû ser xwe lê Qendîl piştre daxuyakirin ku, grupekê ew çalakî biserê xwe kiriye, bê agehdariya Serokatiya li Qendîl hatiye encam dan, weke Dizeyî dibêje.

Temamiya hevpeyvîna li gel peyvdarê HHK ê birêz Sefîn Dizeyî di fayla deng de ye.

Hevpeyvin li gel Sefin Dizeyî peyvdarê Hikmûmeta Herêma Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG