Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Kurdistana Îraqê Daxwaza Alîkariya Darayî ji Îranê Kirine


KRG Meeting, Nechirvan Barzani
KRG Meeting, Nechirvan Barzani

Li jêr fişareke darayî ya mezin, hikûmeta Herêma Kurdistanê berê xwe daye Tehranê jibo piştgiriyeke aborî ya awarte, li gorî hinek jêderên Kurd û Îranî.

Ev daxwaz hatiye kirin, piştî konferaneke ewlekarî li bajarê Munichê li Almanya meha borî, dema ku karbidestên Kurd û Îranî lihev kom bûn. Lê jêder dibêjin, ew danûstandin berdewam nebûn, jiber ku Tehranê beşek ji qezencên petrola Kurdistanê dixwest.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Îran, Nazim Debax ji Dengê Amerîka re got ku desthilata Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji Îranê kiriye da ku alîkariya kêmaniya di butceya wê de bike.

“Di hevdîtinên me yên taybet de ligel karbidestên Îran, me peyama gelê Kurd gihandiye Tehranê ku krîzeke aborî heye û pêdiviya me bi alîkariyê heye,” birêz Debax ji Dengê Amerîa re got.

“Komara Îslamî ya Îranê viyana xwe jibo pêşkêşkirina qerzeke mezin bo Herêma Kurdistaê nîşan daye. Ev yek jî dê bi riya kompaniyên wê yên li Îranê be. Hember wê yekê, ewê hikûmeta me petroê bide Îranê,” Debax eşkere kir.

Li gorî Debax, ev mijar li dema serdana Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bo hatiye Tehranê gotûbêjkirin.

Nûnerê Kurdistanê li Îranê got, herdu aliyan li hev kir ku vê pêşniyarê di civîneke din de li Hewlêrê gotûbêj bikin.

Dengê Amerîka hewil da ligel jimareke karbidestên pilebilind yên Herêma Kurdistanê, di nav wan de cîgirê serokwezîr jî, peywendiyê bike, lê wan nexwest ku li ser babetê biaxivin.

Wekî hikûmeteke nêzîk welatên Rojava û wekî hêzeke karîger di şerê dijî DAIŞ de, Herêma Kurdistanê rastî gelek astengiyên darayî hatiye, wekî daketina nirxê petrolê, nirxê şer ligel DAIŞ û hatina dora 1.8 milyon penaber ji Îraq û Sûriyê.

Karbidestên Kurd texmîn dikin ku 15-18 milyar dolar wekî qerz li ser milê hikûmeta herêmê kom bûye.

“Îraniyan qebûl kir ku qerzên biçûk bi nirxê 50 milyon dolaran bide Kurdistanê, wekî qonaxa yekê. Hember wê, ewê hinek hevkarî di navbera herdu aliyan de di warê petrolê de çê bibe,” endamekî berê yê Pasevanên Şoreşa Îranê ji Dengê Amerîka re got. Wî nexwest navê xwe eşkere bike.

Ji ber ku pêdiviya wan bi pereyan heye, Kurdan wexteke zûtir vê mehê heman daxwaz ji Amerîka jî kiribû. Ew yek li dema serdaneke fermî bo Washingtonê pêk hatibû. Kurdan hişyarî da ku berdewamiya krîzê dê ziyanê li morala Pêşmergeyan bike, ewên tevî ku mûçeyên xwe wernagirin, lê belê hewil didin nêzîkayê li Mûsilê, bingeha sereke ya DAIŞ, bikin.

Li gorî rapoteke kovara Foreign Policy ya Amerîka, hikûmeta Amerîkî ev daxwaz bi cidî standiye û pêşniyar kiriye ku mehane 50 milyon dolar bide hikûmeta Kurdistanê jibo mûçeya Pêşmergeyan.

Peywendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Îranê re dostane ne.

Dema ku DAIŞ sala 2014 êrîşî Hewlêrê kir, Îranê çek û alîkariya leşkerî pêşkêşî Pêşmerge kir. Paşê artêşa Amerîkî piştgiriya esmanî da hêzên Kurdan.

“Me daxwaza çekan kir û Îranê yekem welat bû ku piştgiriya me bi çekan kir,” Mesûd Barzanî di konferaneke rojnamevanî hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf li Tebaxa 2014ê ragihand.

“Derketina DAIŞ bêguman rê daye Îranê ku bandora xwe li Kurdistanê berfirehtir bike,” Perry Cammack, lêkoler li saziya Carnegie Endowment ji Dengê Amerîka re got.

“Iran hewil dide peywendiyên xwe bi Kurdên Îraq û Sûriyê re yên roleke girîng di şerê DAIŞ de dilîzin kûr bike,” Cammack got.

Meha borî di salvegera 37ê ya Şoreşa Îslamî ya Îranê de, karbidestên Îranî navenda Xumeynî ya çand û werzişê li bajarê Kerkûkê vekirin.

*Rikar Hussein û Zhiyar Muhammed

*Wergerandin: Sîrwan Qiçço

XS
SM
MD
LG