Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendingehên Herêma Kurdistanê jiber Vîrusa Korona Heta 24'ê Adarê Hatine Girtin


Dîmenek ji navenda bajarê Hewlêrê
Dîmenek ji navenda bajarê Hewlêrê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê ragihand ku hemî xwendingeh heta 24'ê Adarê hatine daxistin ku vîrusa korona berfirehtir nebe.

Hikûmetê ragihahd ku girtina jibo dibistanên serekî û yên navîn wê sibê Çarşemê destpê bikin û zanîngeh jî roja Şemîyê werin girtin.

Karbidest bal dikşînin ku heta niha vîrusa korona li Herêma Kurdistanê nehatiye dîtin, lê li Kerkûkê 5 bûyerên nexweşîyê hatine tomar kirin ku hemî nexweş jî ji Îranê vegerîbûn.

XS
SM
MD
LG