Lînkên eksesibilîtî

Parlemana Herêma Kurdistana Îraqê Referandum Pejirand


Parlemana Herêma Kurdistana Îraqê di rûniştineke taybet de îro Înê plana pêkanîna referanduma serxwebûnê erê kir ku li ber e di 25’ê Îlonê de were kirin.

Di rûniştina awarte de, ku piştî du salan hate kirin, plana referandumê bi piranîya dengan hate qebûl kirin.

Parlemana Herêma Kurdistanê, ev biryar tevî dijberîya Îraqî, Îranî, Tirkî û herwiha nerazîbûna Amerîka û Ewrupa (ku îdia dikin referanduma dê bibe sedema kêşeyên nû) da.

Hikûmeta Îraqê dijberîya referandumê dike û ew yek wek dijî qanûna bingehîn bi nav dike.

Tirkîye jî bi tundî dijî referanduma Kurdan derdikeve û yekgirtîbûna axa Îraqê diparêze jiber ku naxwaze Kurdên wê derê jî daxwazên heman rengî bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG