Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstema Perwerdeya Herêma Kurdiatanê di Çi Rewşê de ye?


Prosesa xwendina îsal ya Herêma Kurdistanê bandorên mezin li ser asta zanisitî ya xwendevanan çêkiriye û karbidest û mamostayên herêmê nerînên cuda cuda li ser paşxistina xwendinê hene.

Li gor biryarên lîjneya berbirûbûna korona û karbidestên Herêma Kurdistanê xwendevanên qonaxên 3ê heya 11ê amadeyî wê bi rêka elektronîk û onlayn ji xwendina xwe berdewam bin ku heya 16ê vê mehê ye.

Herwiha xwendevanên qonaxên 1 û 2 û herwiha 12ê amadeyî wê di nava holên xwendin û xwendingehan berdewamîyê bidin xwendina xwe ya îsal ew jî jiber rewşa vîrusa koronayê biryarên wiha hatine sitandin.

Piştîwan Cemal, mamostayê peymangeha hunerên ciwan ya Rewanduz ji Denge Amerîka re dibêje ku pêwîst e wezareta perwerdê îsal bi saleke ketî ejmar bike.

“Ew xwendevanên ku îsal der diçin ti zanyarî wernagirin û ti xwendevan mefayê xwendina elektronîk wernagirin. Em jî wek mamosta berdewam çaverê wê yekê dikin ku kengî wê di nava xwendingehan dest bi prosesa xwendinê bikin."

D. Seywan, birîkarê wezareta perwerdê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku amadekarî û plana wan ew bû ku 10ê vê mehê dest bi xwendinê bikin.

“Mijara biryardan li ser dewamê ne bi destê me ye, lîjneya berbirûbûna koronaye dikare biryar bide ku dewam hebe yan ne. Planên me yên mezin hene ku wê bibe sedema wê yekê îsal xwendin bi serketî bi dawî were."

Newzad Banî jî dibêje ku paşxistin û nebûna dewama xwendkaran dibe alîkar ku rêjeya tuşbûna xwendevanan bi koronayê wê kêm bibe, lê paşeroja wan ya îsal ne zelal e ku rewşa xwendinê çawa be.

Banî heriwha dibêje ku ger xwendekar herin xwendingehan wê baştir bibe û pirisgirîkên wan çareser bibin.

EZ_01_08_2021_Perwerde_Başûr
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG