Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê Firehtir Dibin


Ajansa Reuters radigihîne ku xwepêşandanên li Herêma Kurdistana Îraqê firehtir dibin,piştî ku hikûmetê bo nehêlana têkçûna aborî, tedbîrên nû yên kêmkirina xercan eşkere kir.

Di roja sisêyan ya xwepêşandan û greva polîsan û karmendên hikûmetê de ku mehaneyên xwe dixwazin, hin pêşmerge rêya serekî ya li dervayê bingeha xwe li Silêmanî asteng kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku aborîya wê bi nizimbûna buhayê petrol, darbeke giran xwariye, hefteya borî ragihand ku ewê mûçeyên karmendan kêm bike, heta ku rewşa xiran careke din baş dibe.

XS
SM
MD
LG