Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Sê Hefteyan Herêma Kurdistanê Jinûve Petrol Difroşe Derve


Ceyhan

Ajansa Reuters radigihîne ku petrola Herêma Kurdistana Îraqê îro Înê jinûve dest bi herikîna bazarên cîhanê kir, piştî ku xeta lûleya neftê ya Tirkîyê careke din vebû.

Jêderekî beftê ji ajansê re got ku pompakirina petrola Kurdî ji bendava Ceyhan a Derya Sipî re jinûve destpê kir, piştî ku herikîna neftê jiber operasyonên leşkerî yên Tirkîyê li hember serhildayan Kurd sekinîbû.

Firotina neftê ji dervê re jêderê serekî ya dahatîya Herêma Kurdistanê ye û tirs hebû ku rawistîna firotina neftê wê aborîya nazik hîn xirabtir bike.

Tirkîye li Herêma Kurdistanê xwedîyê gelek berhemkarîyan e û du çavkanîyên petrolê ji Reuters re gotiye ku Enqerê îro Înê 200 mîlyon dolar şand Hewlêrê ku aborîya wê bi sekinandina borîya neftê xira bûbû.

Hêjayî balkişandinê ye, jiber neherikîna nefta Kurdî ji bazarên cîhanê re, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê karîbû bu buhayê $233 mîlyon petro bifroşe dervê.

XS
SM
MD
LG