Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gillibrand Dest bi Helmeta Hilbijartinên 2020


Sînatora Amerîkî ya New Yorkê Kirsten Gillibrand

Sînatora Amerîkî ya New Yorkê Kirsten Gillibrand dest bi helmeta xwe ya namzetiya partiya Demokrat kir ji bo hilbijartinên sala 2020.

Herkesê bibe kandîdê partiya Demokrat, dê li beramber serok Donald Trump derbasî rikberiya hilbijartyinên serokatiyê be.

Gillibrand îro Yekşemê bi awakî fermî helmeta xwe bi riya vîdyoyekê ragihand.

Wê di vîdyoya xwe de got:

“Me pêwîstî bi serkirdeyekî heye ku bijarên diyar û mezin û wêrek hebin. Kesekî ku ji pêşveçûnê netirse.”

Biryar e sînator Gillibrand hefteya bê gotara xwe ya yekem li pêş otêla Trump a bajarê New Yorkê pêşkêş bike.

Gillibrand di sala 2009ê de bû sînator. Wê kursya ku Hillary Clinton vala kiribû bir û ji wê demê ve sê caran ew kursî ji bo xwe parastiye.

XS
SM
MD
LG