Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Hêvîya Cîhaneke Baştir Dike


Rêberê ruhanî yê Katolîkên cîhanê, Papa Francis di gotara xwe ya Kristmisê de hêvî xwest ku rewşa cîhan baştir be.

Papa got, ew hêvîdar e ku danûstandinên aştîyê li Rojhilata Navîn, cihê dayikbûna pêxember Îsa, serkevin û aştî vegere Sûrîyê û hejmareke welatên Afrîkî yên bi şer wêranbûyî.

Papa Francis herwiha hêvî xwest ku bargiranîya penaberan li cîhanê sivik be.

Rêberê Katolîkan li balkona Dêra St. Peters gotarek pêşkeşî nêzîkî 70.000 amadebûyan kir. Di gotara xwe de, papa Francis navê Sûrîyê anî, welatê ku li vê Krîstmisê jî şer lê berdewam e.

Wî di axaftina xwe de qala rewşa Sudana Başûr, Komara Afrîkaya Navendî, Nîjêriya û Îraq jî kir.

Papa dua kir ku pêxember Îsa, ku wî bi Mîrê Aştîyê binav kir, bereketê bi ser wî erdî dibarîne ku ew lê hate dinê û prosesa aştîya navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan serkeftî be û birîna Îraq xweştivî derman bike.
XS
SM
MD
LG