Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîjneya Lêkolîna Bûyerên Dihokê Encam Eşkere Kirin


Lîjneya Lêkolîna Bûyerên Dihokê Encam Eşkere Kirin
Lîjneya Lêkolîna Bûyerên Dihokê Encam Eşkere Kirin

Piştî bûyerên parêzgeha Dihokê, Serokê Herêma Kurdistanê lîjneyek pêkanî jibo lêkolînê li ser wan bûyeran ku bûne sedema şewitandina meyxane, cihên masajê û ofîsên Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê.

Lîjneya lêkolînê roja Yekşembî encamên lêkolînê eşkere kirin ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hate belav kirin:

1- Piştî wan zanyariyên ku hatin komkirin derket ku ji aliyê hinek li malper û kanalên ragihandinê û hinek ji kesên ser bi Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ya li van navçeyan ve handan hebûye.

2- Piştî wan zanyariyên ku hatin komkirin derket ku ji bo kontrolkirina pêvajoyê kêmterxemiya îdarî û emniya van navçeyan hebûye.

3- Li encama van rûdawan da, beramber bi baregehên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kardaneweyek li pey xwe da anî ku kêmterxemiyeke berbiçav ji aliyê pêwendîdarên Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo kontrol nekirina alîgirên xwe ya li êrîş kirina li ser baregehên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê dihête dîtin.

4- Her wiha derket ku ziyanê giyanî li wan rûdawan de nebûye, lê belê hinek ji karmendên dam û dezgehên emnî û hinek welatî birîndar bûn. Ev rûdaw jî li ser rewşa deruniya welatiyan de bandoreke xwe yê mezin hebûye.

5- Pêwîste biryara dawî ji aliyê dadgehê bê û yasa serwer bê û çarenûsa hemû girtiyan bihête yek alî kirin.

XS
SM
MD
LG