Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polanya Vîzaya Mirovahî Dide Bezvana Belarûsî Krystsina Tsimanouskaya


Hikûmeta Polandî ragihand ku ewê vîzaya mirovahî bide sporvana Belarûsî Krystsina Tsimanouskaya ku xwe sipartibû balyozxaneya Polandî ya li Tokyoyê.

Tsimanouskaya red kiribû ku fermana karbidestên Belarûsî bi cîh bîne û ji Lîstinên Olîmpîk yên Tokyoyê vegere welatê xwe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Polandî Marcin Przydacz ji Reutersê re got ku bezvan Tsimanouskaya plan dike ku di rojên pêş de were Polanya.

“Tsimanouskaya li balyozxaneya me ya li Tokyoyê ewle ye û rewşa wê baş e, " Przydacz got.

XS
SM
MD
LG