Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesekî Regezguhez li Duhokê Hate Kuştin


Duhok
Duhok

Roja Duşemê li bajarê Duhok, di bûyereke civakî de, xortekî 23 salî bi destê birayê xwe hat kuştin.

Li gor agahîyên hatine bidest xistin û çavkaniyên polîsê Duhokê, ew xort bi destên birayê wî jiber ku kesekî regezguhez bû (transgender) bû hatiye kuştin.

Çavkanî dide zanîn ku ew xortê ji aliyê birayê wî de ku tê gotin ji derveyî welat hatiye û birayê xwe birîye gundê Babûxkê yê li derdora Duhokê, ew kuştîye û termê wî li wê derê bi cih hiştîye.

Bo zêdetir pêzanînan, nûçegihanê Dengê Amerîka li Duhok têkilî bi polîsên Duhokê re danîye, efserê polîsên Duhok, Hêmin Silêman bo Dengê Amerîka axiftîye û gotiye, “Polîsên me îro çûne ciyê bûyerê, dest bi lêkolînê kirîye dîyar bûye ku her birayê wî ji derveyî welat hatîye û ew genc kûştîye û xwe hinda kiriye.”

Derbarê nasîn û hûrgiliyên termê wî xortî, Hêmin Silêman dibêje, "her birayekê wî xortê ku hatî kuştin gotiye birayê me yê kujer têlefon me kirîye û gotîye me, herin termê wî li gundê Babûxkê ye."

Malbata qurbanî di amade nebûn, bersiva pirsên Dengê Amerîka bidin.

XS
SM
MD
LG