Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Kuba Danûstandinên Dîrokî Didomînin


Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Edward Alex Lee li Havana ye
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Edward Alex Lee li Havana ye

Amerîka û Kuba, di hewla normalkirina peywendîyên dîplomatîk de, îro Pêncşemê li Havana gêra duyê ya danûstandinan pêk tînin.

Tê ragihandin ku vekirina balyozxaneyên li her du paytaxtan, mijara serekî ya hevdîtinan e ku 50 sal in her du welat neyarên dema şerê sar bûn.

Washington wê daxwaz ji Havana bike ku rê li ber şandina jimareke dîplomatên Amerîkî veke ku herin giravê û bi serbestî li wî welatî rêwitî bikin.

Dîplomatên her du alîyan herwiha li ser qanûna penaberî û koçberî jî wê gotûbêjên berfireh bikin.

XS
SM
MD
LG