Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Banka Bazirganî ya Kubayî Xist Nav Lîsta Toleyan


Wezareta Derve ya Amerîkî îro Înê banka bazirganî ya Kubayî, Banco Financiero International S.A. xist nava lîsta reş ya toleyan.

Wezaretê got ku ewê rê li ber leşkerîya Kubayî bigire ku sûdê ji sîstema bankevanîyê bigire jiber ku Banco Financiero International ji alîyê artêşa Kubayî tê kontrol kirin.

“Artêşa Kubayî bi rêya xebitandina Banco Financiero International berjewendîyên taybet ji xwe re û kompanîyên dewletê re çêdike û rejîmê dewlemend dike,” Wezîrê Derve Mike Pompeo di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi vê biryara nû ya Washingtonê, êdî dibe qedexe ku kompanîyên Amerîkî bi wê bankê re danûstandinên bazirganîyê bikin.

Rêvebirîya Trump berê jî qedexe kiribû rêwîyên Amerîkî puro û vexwarina rum yên Kubayî ji welatî bînin. Rêvebirîyê herwiha qedexe kiribû ku Amerîkî li otelên ku ji alîyê hikûmeta Kubayî vî tên xebitandin, rakevin.

XS
SM
MD
LG