Wezîrê Derveyê Ukrayna Dmytro Kuleba dîyar kir ku heta hemî hêzên Rûsî ji welatê wan têne derxistin ewê hewcedarîya wan bi çekên dewletên Rojavayî hebe.
Kuleba got ku ew alîkarîya çekan jibo serketina dijî hêzên Rûsî divê bi îstiqrar bidome.
‘’Ya rast, heta ku em bi ser dikevin divê alîkarî zêdetir bin û divê em pêşve herin.’’
Wî dîyar kir ku şer rastîyek e û di vî halî de ji derveyî serketina wan ti rêka din tune.
Kuleba got ku ew dixwazin hemî axa xwe ya sînorên sala 1991an bi dest bixin û dîyar kir ku ne xema wan e ku ewê jibo vê armancê şer çiqas bidome.
Wezîrê Ukraynî got ku hikûmet û gel dê jibo vê armanê bi hev re tevbigerin.
Dewletên Rojavayî, Rûsya li Ukrayna wek dagirker dibinînin û di wî şerî de piştgirî didin Kîevê.
Moskow dibêje dewletên Rojavayî şer gur dikin û dîyar dike ku ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP