Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komala Lêkolînên Kurdî jiber Korona Dersên Kurdî Online Dide


Mamosteyê komeleyê Eyyûp Subaşi

Rexistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) piştî vîrusa korona li hemû cîhanê belav bû, nexweşî xist nava katagorîya pandemîk.

Jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona, li Tirkîyê jî jîyana rojane guherî.

Hebûna vîrusa korona li ser çand û huner, çûnûhatin, spor, ragihandin, tendirustî jî guhartinên mezin çêkirin.

Di heman demê de, warê perwerdeyê jî bandoreke giran ji vîrusa korona dibîne. Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku xwendingeh dê heta havînê wê girtî bimînin.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkîyê Zîya Selçuk gotibû ku belku perwerde li havînê jinûve destpê bike.

Komela Lêkolînên Kurdî jî jiber vîrusa korona dersên zimanê Kurdî yên ser înternetê zêde kirine.

Komela ku xebatên xwe li Stenbolê bi rê ve dibe, bi zaravayên, Kurmancî, Zazakî (Kirmanckî) û Soranî kursên ser înternetê didomîne.

Mamosteyê komeleyê Eyyûp Subaşi dîyar kir ku wan meheke berî koronayê dest bi dersên onlîne kiriye.

“Me berî korona dest bi dayîna dersên onlîne kiribû, lê di deh roj berê me kursên nû jî vekirin. Jibo kesên ku Kurdî dizanin, lê nivîs û xwendînê nizanin û jibo kesên ku dixwazin Kurdîya xwe pêş bixin, me dest bi kempeyneke nû kir.”

Subaşi dîyar kir ku heta niha bi sedan serlêdan ji Amerîka, Ewrupa, bajarên din yên Tirkêyê û hejmareke pir zêde ji Kurdên li Îranê jî çêbûnê.

“Di nava nîv rojê de 1048 kes serî li dersên online dan. Me got belku em nekarin bibin bersîv û komaleyê ev serîlêdan dan sekinandin. Lê me dît ku hêza me heye ku em dikarin perwerdeyê bidin 10 hezar kesan jî. Piştî perwerdekirin û organîzekirina 1048 kesan, rojên pêşîya me de emê dîsa serlêdanan wergirin. “

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00

XS
SM
MD
LG