Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdewamiya Xwepêşandanên Îraqê Û Çarenivîsa Herêma Kurdistanê


Qurabniyên Xwepêşandanên Îraqê
Qurabniyên Xwepêşandanên Îraqê

Zêdetirî mehekê ye xwepêşandanên li Îraqê tên dom kirin, heta niha nêzî 300 kesên sivîl hatine kuştin û hezaran kes jî birîndar bûne, gelek dayîreyên hikûmetê û bingehên partiyên siyasî hatine şewitandin.

Raporta rêxistina navnetewî Amnesty International (AI) dibêje li gor çavkaniyên bawer pêkirî bombeyên metirsîdar yên ji çêkirina Îranê di xwepêşandan de hatine bikar anîn û gelek kes bi wan bombeyan mirine.

Xwepêşandan bi armanca nehêlana desthilata siyasî ya ku ji sala 2003an li Îraqê li ser desthilatê ye û li dij gendelî û nebûna xizmetkarîyên bingehîn yên jiyanê dest bi serhildanek giştî kirbûn, li Bexda û hin bajarên başûr û navenda welat bi taybet bajarên ku weke bingehên pîroz yên Şîi'yan tên dîtin yên weke Nejef û Kerbela gel li ser piyane li dij desthilatê xwepêşandanên nerazî dom dikin.

Dr.Aram Baletey'
Dr.Aram Baletey'


Nîşanên herî diyar di van xwepêşandan de ewe ku bi eşkerayî li dij Îranê û destxistina nava karên Îraqê slogan tên hildan û herweha li dij berpirs û partiyên Şîia mezheb in.

Di encam berdewambûna xwepêşandan de, Herêma Kurdistanê jî ditirse ku aloziyên ji encamên xwepêşandan derdikevin dê bandoreke raste rast li herêmên wan jî bike û bibin sedem ku sîstema desthilatê bihê guhertin û destkarîya destûrê bihê kirin, ew destkarî û guherînên çê dibin ziyanê bigehînin mafên Kurdan û herêma wan ya tena û rihet aloz bibe.

Behzad Zêbarî
Behzad Zêbarî


Li dor bandora xwepêşandanên li Îraqê li ser Herêma Kurdistanê û berdewamiya aloziyan, bernama Hello Washington mêhvandarîya berêz Dr. Aram Baleteyî, endamê parlamena Îraqê û gotebêjê fraksyona PDKê di parlamenê de û berêz Behzad Zêbarî Kargêrê Encûmena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî kir.

Hello Washington 08 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:47 0:00


XS
SM
MD
LG