Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Uygar: Gotina “Biratîya Gelan” li Cizîrê Hat Kuştin


Kurdish Town Cizire City under Turkish Forces

Zordestîya hêzên Tirk li Cizîrê berdewam e, ev 9 roj in welatîyên Cizîrê nikarin derkevin.

Tê ragihandin ku heta niha hijmarek nediyar ya kesan ji encamên rewşa aloz ya li wî bajarî hatine kuştin.

Di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka, nivîskar Ahmet Uygar dibêje di 9 rojên dawî de derketina ji derve qedexe ye û jiber rewşa awerte ya li Cizirê, kesek nikare alikariyê ji bajêr re bike.

“Kesên birîndar nayên derman kirin û desdûr nayê dayîn ku ambulans birîndaran bibin nexweşxanê.”

Uygar îdia dike ku dewlet li hember xelkê bajêr bi dijwarî tevdigere û jinek ducanî hat birindar kirin, zaroka wê di zikê diyê de hat kuştin.

Hêzên taybet yên ewlekariyê dest danîne ser rêvebiriya nexweşxanê, kesên birîndar yên bi her awayî digehin nexweşxanê jî, leşker nahêlin birîndarên wan bên derman kirin.

Temamiya hevpeyvînê di linka li jêr de heye:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG