Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîroka Xemgîn ya Malbata Kurdê Rojava Dr. Hemo Digihêje Koşka Spî


Penaberê Kurd Ji Suriyê Dr.Hemo li gel Serok Obama

Penaberekî Kurdê Sûrîyê ku çîroka wî li ser rûpela Facebook ya Humans of New York belav bû, ket dilê mîlyonan û herwisa dilê Barak Obama.

Dr. Hemo niha li Amerîka ye. Dema ew li Sûrîyê bû, 7 endamên malbata wî, ligel xanima wî û keça wî hatin kuştin. Jiber we yekê, Hemo tevî keça lawê xwe çûnTirkîyê. Li wir, tîma Humans of New York çîroka wî belav kir.

Wî di axaftina xwe de got ku rewşa zarokên wi ya dêrûnî ne gelekî başê bû û keça wî heşta parçeke mûşekê di laşe wê de ye. Lê, îro di hevpeyvîna xwe de ligel Dengê Amerîka Dr. Hemo got ku ew niha hewil didin li mala xwe ya nû, Amerîka jîyanekê normal birêve bibin.

Dr. Hemo da zanîn ku ew li Wezareta Derve bi zanyarên Amerîkî civîya û Amerîkî bi agahîyên wî û fikren wî gelek kêfxweş bûn. Ew di dawîya hevpeyvîna xwe dide zanîn ku serbilindîyeke jibo wî ku bi Obama re rûnişt jibêr hizrên wî gelek nezîkî yên Kurdanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:13:44 0:00

XS
SM
MD
LG